Parka Gezî ji nû ve hat vekirin

Parka Gezî ji nû ve hat vekirin

Parka Gezî ya ku demeke dirêj bi berxwedana xwe bû rojev û paşê di encama êrîşa polîsên Tirk de hat dagirkirin ji nû ve hat vekirin.   

Vekirina parkê ji aliyê Waliyê Stenbolê Huseyin Avnî Mutlu yê di meşandina terora li hemberî berxwedêran de serkêşî dikir û Şaredarê Bajarê Mezin Kadîr Topbaş ve pêk hat.

Walî Topbaş bi gotina “muezzem kirine” şaredar û ekîba wî spas kir.

Di dema daxuyaniyê de komekê Walî Mutlu protesto kir. Koma ku destûr nedan derbasî parkê bibe nerazîbûn nîşan da û bi dirûşmaya “Her cih Taksîm Her cih berxwedan” li hemberî Walî bertek nîşan da û ew şermezar kir.

Tê payîn ku li ser banga Platforma Piştewaniya Taksîmê îro saet 19.00’an li Parkê xwepêşandaneke protestoyî were lidarxistin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Platformê hat kirin de wiha hat gotin, “Me dest ji piştevanî, daxwaz û destketiyên xwe yên ji tevayî cîhanê re bûn mînak berneda û em qet dest jê bernadin.”

Xwepêşandanên ku bi komeke hawirdorparên ji bo darên Parka Gezî neyên qutkirin destpê kirin li tevayî welat belav bibûn. Êrîş û terora polîsan a li hemberî xwepêşanderan bibû sedem ku çalakî zêdetir bibin. 15’ê Hezîranê jî polîs bi bombeyên gazê ket Parka Gezî, konên hatibûn vedan rakiribûn û şewitandibûn.  Ji wê rojê ve park girtibû.  

Di berxwedana Parka Gezî de di encama terora polîsan de 3 çalakvan û polîsekî jiyana xwe ji dest dan, ji 7 hezarî zêdetir mirov birîndar bûn, bi hezaran jî hatin binçavkirin û bi sedan hatin girtin.