Parka Gezî hat valakirin, tengezarî dewam dike

Parka Gezî hat valakirin, tengezarî dewam dike

22 roj piştî destwerdana polîsan a li berxwedana Parka Gezî ya Taksîmê, park yekemcar li gel hat vekirin. Danê êvarê jî, park dîsa li gel hat girtin.

Qedexeya parkê, çend saet beriya forûma Platforma Piştgiriya bi Taksîmê hat stendin.

Park bi temamî hat valakirin, yên li Qada Taksîmê radiwestin jî bi gotina "ev der qedexeye" li destwerdana polîsan rast tên. Girseya gel jî bi dirûşmên "Her der Taksîm her der bexwedan" biryara qedexeyê şermerzar dike.