Parka Gezî dîsa hat girtin

Parka Gezî dîsa hat girtin

Şova Parka Gezî ya Waliyê Stenbolê tenê 3 saetan berdewam kir. Ji ber ku berxwedêrên Parka Gezî ketin parkê û dirûşm qîr kirin polîs ketin nav tevgerê, bend çêkirin û park girtin.

Piştî ku Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu ji parkê çû, berxwedêran şerîda polîs rakirin û ketin parkê. Berxwedêran dirûşmayên “Taksîm ya me ye Stenbol ya me ye”, “Ev hîn destpêk e têkoşîn berdewam e” qîr kirin.    

Ji ber her ku çû hejmara berxwedêran zêde bû polîsên ketin nav hereketê destpêkê ketina parkê girtin û paşê rawestandin.          

Têkildarî mijarê rayedaran ku tu daxuyanî nedan, hat gotin ku Park ji bo çalakiya li ser banga Platforma Piştevaniya Taksîm a wê saet 19.00’an were lidarxistin bê  astengkirin hatiye girtin.