Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina asayî ya bi muwekîlê re pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina asayî ya heftane li gel muwekîlê xwe Ocalan re pêkbînin, vê sibehê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersivek erênî bide, parêzer sibe dê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Hevdîtin her tim bi hincetên weke "Keştî xirabeye" û "Rewşa hewayê” tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.