Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Xeta Şêx Seîd wê bi paradîgmaya neteweya demokratîk bigihêje wateya xwe

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina heftiyane ya bi muwekîlê xwe re pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç piştî ku serlêdana wan ya roja Sêşemê hate redkirin, îro serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger serlêdan were pejirandin dê parêzer sibe biçin Girava Îmralî bi Ocalan re hevdîtinê pêkbînin.

Hemû serlêdanên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an şûve bi hincetên weke “keştî xirabe ye”, “muxalefeta hewayê”, “keştî di tehmîrê de ye” û “ji tehmîrê hatiye lê ewraq kêmin” tên astengkirin.