Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 18'ê Hezîranê û vir ve parêzeran 12 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê belê heta niha bersiveke erênî wernegirtine.