Parêzerên Ocalan: Divê li Îmraliyê tavilê tevdîr bên girtin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber belavbûna vîrûsa koronayê tevdîrên ku divê li Îmraliyê bên standin eşkere kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê dikin, ji ber şewba vîrûsa koronayê ku li tevahiya dinyayê û Tirkiyeyê belav bûye, di 20'ê Adarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan û têkildarî muwekîlên xwe hin daxwaz kirin.

Parêzeran di serlêdanan de li ser rewşa tenduristiyê ya heyî ya muwekîlên xwe daxwaza agahiyan kirin û xwestin mafên axaftina bi telefonê û pêwendiyan bên bicihanîn.

SERLÊDAN

Serlêdanên ku parêzeran kirine wiha ne:

"1- Weke ku tê zanîn, piştî daxuyaniya 11'ê Adara 2020'an a Wezareta Tenduristiyê, ji raya giştî re hate ragihandin ku şewba bi navê Covîd-19/vîrûsa korona li Tirkiyeyê jî belav bûye. Ji hingî ve hejmara nexweşan û qurbaniyan zêde dibe.

2- Li hemberî metirsiya nexweşiya şewbê, Wezareta Edaletê ragihand ku li girtîgehan hin tevdîr hatine standin, ji bo girtîgehan malzemeyên pîvandina tîna bedena mirovan, dezenfektan û paqijiyê hatine peydakirin. Tevî vê yekê jî hate ragihandin ku li girtîgehan amûra testê ya tespîtkirina nexweşiyê nîne, lê belê girtiyên ku gumana nexweşiyê jê tê kirin wê sewqî nexweşxaneyê bên kirin.

3- Di nava van şert û mercan de pêwîstiyeke mecbûrî ye ku em li ser muwekîlên xwe yên demeke dirêj e li Girtîgeha Îmraliyê agahiyan werbigirin û bi tevdîrên hatine wergirtin zanibin.

4- Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, personelên tenduristiyê yên li girtîgehê dest li pirsgirêkên tenduristiyê yên muwekîlên me werdidin. Tevî vê yekê muwekîlê me Birêz Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ji bo tedawiyê dernexistine derveyî Girava Îmraliyê û nebirine saziyeke tenduristiyê. Ev rewş ji sala 2015'an ve ji bo muwekîlên me yên din jî derbas dibe.

5- Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve ku hevdîtina parêzeran nehatiye kirin, li ser rewşa tenduristiyê ya muwekîlên xwe agahiya me nîne. Agahiyên dawî yên me ji muwekîlên xwe wergirtine, ji hevdîtina malbatê ya 3'ê Adara 2020'an e."

TEVDÎRÊN DIVÊ BÊN WERGIRTIN

Di daxuyaniyê de daxwaza wergirtina van tevdîran hate kirin:

A- Li Girtîgeha Îmraliyê bêyî li benda gumana nexweşiyê bisekinin, kontrola tenduristiyê ya muwekîlên me bê kirin û bi taybetî amûra testê ya Covîd-19 bê peydakirin, testên wan bi rêk û pêk bên kirin û têkildarî endamên wê jî em bên agahdarkirin.

B- Madeyên paqijiyê, hîjyenê, her wiha lepikên tibbî, maskeyên tibî, destmalên antîseptîk û antîbakteriyal, av û kolonya ji muwekîlên me re bên dayin ku heqê wê ji aliyê me ve bên dayin.

C- Rewşa tenduristiyê ya personelên hundir û derve yên girtîgehê ku dikarin xwe bigihînin muwekîlên me, timî bê kontrolkirin û testa Covîd-19 li wan bê kirin.

D- Personelên Girtîgeha Îmraliyê piştî xwe gihandin giravê ji bo tevdîrê di kontrolê re bên derbaskirin.

E- Şert û mercên odeyên muwekîlên me ji ber gefa nexweşiyê bên sererastkirin, karibin ji bo hewayê bên vekirin.

F- Ji bo personel û wezîfedarên ku gumana nexweşiyê pê re heye nekevin neçin giravê tevdîr bên wergirtin.

G- Em dixwzin agahî ji me re bên dayin ku tevdîrên hatine xwestin bên bicihanîn.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê tevdîrên ku divê li Girava Îmraliyê bên wergirtin bi vî rengî ragihand.

Her wiha xwest ku mafê axaftina bi rêya telefonê û pêwendinên cuda yên bi muwekîlên wan Abdullah Ocalan,  Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş neyên astengkirin.