Parêzerên Ocalan derbarê tecrîdê wê raporekê ragihînin
Parêzerên Ocalan ev cara 673’yan e ku ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Parêzer 27’ê Tîrmehê derbarê tecrîdê wê raporekê belav bikin.
Parêzerên Ocalan ev cara 673’yan e ku ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Parêzer 27’ê Tîrmehê derbarê tecrîdê wê raporekê belav bikin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bilmez, Serbay Koklu û Ebrû Gunay ji bo ku sibe bi miwekîlê xwe re rûnin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve serlêdanên hevdîtinê yên bi Ocalan re têne betalkirin.
‘DEMA KU GEL HELWESTÊ DIYAR DIKE HEVDÎTIN ÇÊDIBIN’
Her wiha yek ji parêzerê Ocalan Cengîz Yureklî got ew ê têkildarî tecrîda ji 27’ê Tîrmehê û vir ve li Stenbolê raporeke berfireh ragihînin.
Yureklî got: ‘’27’ê Tîrmehê hem ji hêla hiqûqa Tirk û hem jî ji hêla hiqûqa Ewropayê ve rojeke krîtîk e, xala zîvironekê ye ku wê bikeve dîrokê. Ev 6 sal in bi birêz Ocalan re parêzer nikarin hev bibînin.’’
‘DIVÊ REWŞENBÎR, DEMOKRAT LÊ XWEDÎ DERKEVIN’
Yureklî diyar kir hevdîtina dawî ya Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan jî bi helwesta gel çêbûye.
Yureklî diyar kir, ‘’heta ku arîşeyên li Imraliyê çareser nebin, heta ku şertên vîna gelê Kurd Ocalan neyên başkirin, arîşeya aştî û demokrasiyê ya Tirkiyê çareser nabe.’’ Yureklî bi domdarî wiha got: ‘’Divê rewşenbîr û demokrat li vîna aştiyê xwedî derbikevin. Divê rê û rêbazên ku Ocalan dixin navendê de diyar bikin. Pêdivî û rastiya civakê ev e. Ji bo hêviya aştiyê zindî were hiştin, divê şertên tendirustî, ewlehî, tevgera azad werin pêkanîn.’’