Parêzerên Fransî: Bila Tirkiye ji KE û DMME’yê bê derxistin!
Parêzerên Fransî: Bila Tirkiye ji KE û DMME’yê bê derxistin!
Parêzerên Fransî: Bila Tirkiye ji KE û DMME’yê bê derxistin!
Konseya Baroyên Netewî ya Fransayê û Baroya Parîsê ji bo hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê hatine girtin ji Serokkomarê Fransayê François Hollande re nameyek nivîsîn û diyar kirin ku divê xebatên Tirkiyeyê yên di Konseya Ewropayê de bên rawestandin.
Serokê Konseya Baroyên Netewî ya Fransayê Christian Charriere-Bournazel, ji Baroya Parîsê Christiane Feral-Schuhl û Serokê Konferansa Baroyan Jean-Luc Foreget nameyek nivîsîn û di nameyên de bal kişandin ser parêzerên li Tirkiyeyê hatine girtin û gotin ev bêyî ku mafên xwe yên parastinê bikin hatiye pêkanîn.
Di 18’ê çile de bi îdiya ku li hemberî DHKP-C’ê ye operasyonên hevdem pêk hatin û 9 parêzer hatibûn girtin. Berê jî 33 parêzer di operasyonên KCK’ê de, 3 heb bi hinceta li hemberî hikûmetê komplo pêk aniye hatibûn girtin.
Di nameyê de hate diyarkirin ku hikûmeta tirk û daraza wê Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê bin pê dike û ev bang kir: “Divê xebatên Tirkiyeyê yên li Konseya Ewropayê bên rawetandin. Divê dawî li cihgirtina Tirkiyeyê ya di Dadgeha Mafê Mirovana Ewropayê (DMME) ya Strasbourgê bê anîn. “