Parêzerên doza Gungoren gilî kirin
Parêzerên doza Gungoren gilî kirin
Parêzerên doza Gungoren gilî kirin
Di doza Gungoren de parêzerên di kontrola polîsan de rastî êrîşa malbatan hatin der barê polîs û êrîşkaran de gilî kirin.
Parêzer Gulîzar Tuncer, Bahrî Belen, Ercan Kanar û Huseyîn Bogatekîn ên duh di rûniştina Doza Gungoren de di kontrola polîsan de rastî êrîşa malbatan hatin der barê Polîs û êrîşkaran de gilî kirin.
Di gilînameyê de hat destnîşankirin ku di doza ku li Dadgeha 12’emîn a Cezayê Giran a Stenbolê de pêk tê berî niha jî parêzer rastî êrîşan hatine û ji bo astengkirina bûyerên wiha tu tedbîr nehatine girtin.
TENÊ 7 JINAN ÎFADE DAN
Parêzeran ligel gilîkirinê xwestin dîmenên bûyeran jî werin kontrol kirin û bên parastin. Dîmen hatine dest girtin. Lê belê li şûna zilamên ku êrîş pêk anîne der barê 7 jinên ku ji destpêkê heta dawiyê bi heqaret, dujîn û tehdîtan bûyer tehrîk dikirin lêkolîn hat destpêkirin. Ji bo teşhîskirinê derengiya şevê bang li parêzeran hatiye kirin û piştî îfadegirtinê ew jin hatine berdan.
Di vê navberê de Parêzer Bahrî Belen ê difna wî şkestibû ji bo tedawîkirinê rakiribûn Nexweşxaneya Okmeydanê.