Parêzerên Demîrtaş daxwaza reda dadger kir

Yek ji dozên ku Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jê dihate darezandin, parêzerên parastinê daxwaza reda dadger kir.

Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, li 44'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê pêk hat. Demirtaş dema Hevserokê Giştî ya BDP'ê bû di 27'ê Kanûna 2013'an de li Şirnexê tevlî şahiyekê bûbû û ji ber axaftina xwe doz li wî hat vekirin.

Dozgerê Komarê yê Şirnexê bi îdîaya Demîrtaş li dijî xala 2911'an deketiye doz vekiribû. Demîrtaş ku xwestibû derkeve pêşberî dadger daxwaza wî nehatibû qebûlkirin.

Heyetê xwest Demîrtaş bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bibe. Demîrtaş tevlêbûna bi SEGBİS'ê red kir û tevlî danişînê nebû.

Parêzerên Demîrtaş jî xwestin heyeta dadgehê bê guhertin û reda dadger xwest. Heyeta dadgehê danişîna dozê taloqî 7'ê Cotmehê kir.