Parêzerên binçavkirî serbest hatin berdan

Parêzerên binçavkirî serbest hatin berdan

49 parêzerên di êrîşa polîsan a li Edliyaya Stenbolê de hatin binçavkirin serbest hatin berdan.

49 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ên bi armanca şermezarkirina mudaxeleya polîsan a li Qada Taksîmê duh di seetên nîvro de li Edliyeya Stenbolê çalakî li dar xistin ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Parêzerên birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê piştî karên li wir serbest hatin berdan.