Parêzeran ji bo Seyhan serlêdan kir
Parêzeran ji bo Seyhan serlêdan kir
Parêzeran ji bo Seyhan serlêdan kir
Hestiyên ku di kolanên beriya niha 15 mehan ên li Kerborana Mêrdînê hatin dîtin û hat tespîtkirin ku aîdî Seyhan Dogan ê yên 13 salî ne ji bo radestî malbatê bên kirin parêzerên malbatê serî li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê dan.
Li Kerborana Mêrdînê di sala 1995 şeva 29’ê Cotmehê gelek leşkerên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê girtin ser gelek malan, 4 jê zarok 8 kes kirin binçavan.
Navê kesên ku wê şevê hatin girtin wiha ne: Heznî Dogan (9), Seyhan Dogan (13), Ebdurehman Coşkun (18), Ebdullah Olcay (21), Mehmet Emîn Aslan (18), Nedîm Akyol (13), Davut Altunkaynak (12) û Suleyman Seyhan (58).
TENÊ HEZNÎ BI SAXÎ JI WIR DERKET
Ji kesên ku birin Fermandariya Tabûra Kerbıranê tenê Heznî Doganê 9 salî sax derket. Dogan, bi xwe şahidî ji êşkenceyên ku li birayê wî hatin kirin kir. Heznî Dogan ku dengê Ebdurehman Coşkun bihîst, Abdurrehman Olcay jî li Tabûrê dît. Paşê ji pêkutiyên li hemberî Suleyman Dogan ê paşê hestiyên wî hatin kirin şahidî kir.
Heznî Dogan, beriya ku were berdan, derxistin pêşberî leşkerekî. Yê leşker jêre got, “Ya tê biaxivî yan jî em dê te bikujin” û gule berdan ber lingên wî.
HESTIYÊN ŞEWITÎ HATIN DÎTIN
Bi malbatan ku 16 salan têkoşiyan re Komeleya Mafên Mirovan Şaxa Stenbolê ku careke din serî li Dozgeriya Komara Mêrdînê dan, biryar hat girtin ku li gundê Bogazozu kolandin bê destpêkirin.
Di kolanên Sibata 2012’an de ligel kiloxê seriyan hestiyên mirovan û ezingên şewitî hatibûn dîtin. Ligel êzingên şewitî ku hestiyên şewitî hatin dîtin îhtîmala ku kesên winda hatine şewitandin jî anîbû rojevê.
Hestiyên hatibûn dîtin ku şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê malbatan ji testa DNA mînaka xwînê dan
Bersiva ku dihat payîn piştî salek û nîvekê hat. Hat diyarkirin ku yek ji hestiyên hatine dîtin aydê Seyhan Dogan ê 13 salî ye.
Parêzerên malbatan, ji bo hestî werin teslîmkirin serî li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê dan. Tê payîn ku Saziya Tiba Edlî piştî cejnê bersivê bide.
Ji windayan hestiyê Mehmet Emîn Aslan jî di meha Sibatê de hatibû dîtin.