Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan

Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bê qebûlkirin dê sibê biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. Serlêdana parêzeran ên berê bi hincetên berê hatibû redkirin.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 561 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 156 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li daredaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin