Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd a ji bo hevdîtinê hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan, lê belê serlêdan careke din hate redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan, lê belê serlêdan careke din hate redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serlêdan serê sibehê hate kirin û li gorî agahiyan bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan serlêdan hatiye redkirin.
Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulana 2019'an û heman salê di 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.