Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, parêzeran serlêdaneke nû kirin.
Ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, parêzeran serlêdaneke nû kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin muwekîlê xwe Rêber Apo bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran bi heman rengî ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Rêber Apo bi salan e nikare parêzerên xwe bibîne. Serlêdanên ji bo hevdîtinê jî bi rêk û pêk bê bersiv têne hiştin û di nava 8 salên dawî de herî kêm 15 caran biryara qedexeya hevdîtinê li parêzeran hate birîn.
Ji parêzeran Ozgur Faîk Erol herî dawî di çarçoveya hevdîtina dawî ya Heyeta Îmraliyê de 27'ê Sibatê tevlî hevdîtina bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bûbû.