Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji bo dîtina Rêber Apo ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tecrîdkirî ye, parêzeran serlêdaneke din kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç serlêdan kirin.

Parêzerên ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan, her wiha daxwaza dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî kirin.