Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din serlêdan kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ve hate kirin. 

Her wiha parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ye tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê standin.