Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin, ku 37 meh in nikarin agahiyê ji wan werbigirin, serlêdaneke din kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi derve ve bi temamî hatiye birîn. Serlêdanên ji bo hevdîtinê bê bersiv têne hiştin û hin caran piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.