Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li rayedaran dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Ocalan piştî 8 salan yekemcar di 2'ê Gulana 2019'an de, piştre jî heman salê di 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa heman salê de karîbûn hevdîtinê bikin.

Ji 7'ê Tebaxê û vir ve bi giştî 77 caran serlêdan hatin kirin. Bersiveke erênî yan jî neyînî ji bo serlêdanê nehate dayin.