Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 43 meh in agahî jê nîne, parêzeran serlêdan kirin.
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 43 meh in agahî jê nîne, parêzeran serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa ve hate kirin.