Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 42 meh in bi tu awayî agahî jê nayê wergirtin û girtiyên din, bi daxwaza hevdîtinê careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 42 meh in bi tu awayî agahî jê nayê wergirtin û girtiyên din, bi daxwaza hevdîtinê careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ve hate kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve ye di bin tecrîdê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di wê dîrokê de bi komployeke navnetweyî hate rehîngirtin. Serlêdanên hevdîtinê yan bi awayekî kêfî tên redkirin yan jî piştî mehan bi egereke kêfî tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Her wiha nayê zanîn ku cezayên dîsîplînê ji ber çi hatine birîn.
Biryara qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re ya 6 mehî ya herî dawiyê di 3’yê Gulana 2024’an de ji aliyê Dadgerîya Înfazê ya Bûrsayê ve hatibû dayîn.
Li gel vê biryara qedexeyê di 8 salên dawî de herî kêm 13 caran cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya 6 mehî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn.