Parêzeran astengkirina ‘Meşa Parastinê’ şermezar kirin

Parêzerên ku li gelek bajarna li pêşiya edliyeyan çalakî kirin, astengkirina ‘Meşa Parastinê’ a hevserokên baroya ya ji aliyê polîsan ve şermezar kirin.

Di serî de li Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Antalya û gelek bajaran, parêzer li ber edliyan kom bûn û piştgirî dan “meşa parastinê” ya serokên baroyan a ber bi Enqerê vê. Parêzeran astengkirina serokên baroyan ên Enqerê şermezar kir û bertek nîşanî nêzîkatiyên polîsan dan.

STENBOL

Astengkirina ‘Meşa Parastinê’ li pêşiya Edliyeya Çaglayanê jî hate protestokirin. Parêzerên ku cubeyên wan li ser hatin pêşiya edliyeyê êrîşên li ser parastinê şermezar kirin. Çalakiya di bin dorpêça polîsan de pêk hat peyama ‘Parastin bêdeng nabe’ hate dayîn.

ÎZMÎR

Baroya Îzmîrê, li ber Deriyê C ê Deliya Bayrakli kom bû û daxuyanî da çapemeniyê. Alîkarê Serokê Baroyê Ozgur Yilmazer li ser navê parêzeran axivî û wiha got: “Ev 3 rojin serokên baroyan meşa xwe dewam dikin. Sedema vê meşê di serî de desthilatdariya siyasî û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Metîn Feyzîgolû ye. Em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin û teslîm nebin. Em ê bîat nekin.”

EDENE

Parêzerên endamên Baroya Edenê jî, li ber edliyê kom bûn. Ji Desteya Rêveber a Baroya Edenê Îlknûr Onal, bertek nîşanî astengkirina serokên baroyan da û wiha got: “Mafê qanûna bingehîn tê binpêkirin. Em ê tu carî destûr nedin ku baro ji hev bên cudakirin û dabeşkirin.”

Parêzer piştî daxuyaniyê heya demekê çalakiya rûniştinê li dar xistin û dûre bi berzkirina dirûşmeyên “Bi berxwedanê emê bi qezenc bikin” û “Parastin bêdeng nebû, wê bêdeng nebe” çalakiya xwe bi dawî kirin.

MÊRSÎN

Parêzerên Baroyên Mêrsîn û Antalyayê jî heman daxuyanî dan û bertek nîşanî astengkirina polîsan dan.

ENQERE

Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî, daxuyaniyek nivîskî weşand û mudaxileya li dijî serokên baroyan û astengkirina wan a ketina Enqerê şermezer kir. TTB’ê diyar kir ku divê ev pêkanînên zextê tavilê bi dawî bibin.