Parêzer wê beşdarî otopsiya Sarisuluk bibin

Parêzer wê beşdarî otopsiya Sarisuluk bibin

Parêzer Kazim Bayrakta û Eylem Hakverdî dan xuyakirin ku ewê tevlî otopsiya Ethem Sarisuluk ê ji aliyê polêsan ve hat kuştin, bibin. Otopsiya Sarisuluk wê sibê bê kirin.

Hewldana Serokatiya Koma Enqerê ya Saziya Tipa Edlî ya ji bo astengkirina tevlêbûna parêzeran li otopsiya Ethem Sarisuluk vala derket.

Serlêdana parêzeran a ji bo tevlî karê otopsiyê bibe ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve hat rekirin, lê belê dozgeriyê biryar da ku parêzer jî tevlî otopsiyê bibin.

Parêzer Kazim Bayraktar û Eylem Hakverdî dan xuyakirin ku di encama hevdîtina bi Dozgerê Komarê yê Enqerê re, ewê tevlî karên otopsiyê yê Ethem Sarisuluk ê ji aliyê polêsan ve hat kuştin, bibin. Hat ragihandin ku karê otopsiyê wê sibê bê kirin.