Parêzer û malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin

Malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku di bin tecrîdeke mutleq de ne, ji bo dîtinê serlêdaneke nû kirin.

Mehmet Ocalan ê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza dîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û her wiha ev 37 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê standin.

Her wiha Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê  birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Mazlum Dînç jî ji ber Cejna Remezanê ji bo hevdîtina parêzeran ya di 8 û 12’yê Nîsanê de serlêdaneke nû kirin.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtîyên din ên li Îmraliyê ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Bersiva serlêdanên ji bo hevdîtinê  nayê dayin û hin caran jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn û vê yekê weke hincet nîşan didin.

Li gorî Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê;

-Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û heya niha di navbera Gulan û Tebaxa 2019'an de bes 5 hevdîtinên parêzeran pêk hatiye ku ji van 5 hevdîtinan a dawiyê jî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatiye.

-Ji sala 2014’an û heya niha bes 5 hevdîtinên malbatî pêk hatiye.

- Hevdîtina rû bi rû ya herî dawiyê jî di 3’yê Adara 2020’an de li gel birayê wî pêk hatiye.

-Ji roja ewil heya niha bes 2 caran bi rêya telefonê hevdîtin pêk hatiye. (27’ê Nîsana 2020’an û 25’ê Adara 2021’an) 

-Hevdîtina bi rêya telefonê ya herî dawiyê ku di  25’ê Adara 2021’an de pêk hatiye û piştî axaftineke pir kurt telefon hatiye qutkirin û ji demê heya niha tu agahî jê nayê standin.