Parêzer û malbat ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasîsê Ocalan Mazlûm Dînç di navbeyna 27-29'ê de di rojeke guncan de ji bo biçine Imraliyê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Rezan Sarica Raziye Turgut, Ibrahîm Bîlmez û Serbay Koklu di navbeyna 27-29'ê Gulanê di rojeke guncan de ji bo miwekîlê xwe bibînin dîsa serî li Dozgeriyê dan.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran  serlêdan kirin. 

Malbatan xwestin ku bi xizmên xwe re bi telefonê biaxivin.