Parêzer Tîmtîk a ku di rojiya mirinê de ye, bû 46 kîlo

Parêzerê Ebrû Tîmtîk Guçlu Sevîmlî diyar kir Tîmtîk a ku ev 141 roj in di rojiya mirinê de ye bûye 46 kîlo, destê wê şînûreş bûye, di nava devê wê de birîn çêbûne û bi zorê diaxive.

Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Gel (HHB) û Komeleya Hiqûqnasên Hevçax (ÇHD) Ebrû Tîmtîk û Aytaş Unsal bi daxwaza edalatê rojiya mirinê ya ku dabûne destpêkirin didome. Ebrû Tîmtîk ev 141 û Aytaç Unsal jî ev 110 roj in di rojiya mirinê de ne.

Tîmtîk û Unsal li ser bêbextiyên îtîrafkar Berk Ercan bi salan ceza li wan hate birîn.

Parêzerê Tîmtîk Guçlu Sevîmlî got Tîmtîk bûye 46 kîlo, bi zorê diaxive, destê wê şînûreş bûye û ji hal ketiye. Sevîmlî got,"Nexasim destên wê pir şîn û reş bûne. Got, di devê wê de birîn çêbûne. Diyar kir, daxwazên wan meşrû ne, ew biryardar in ku berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin.''

Sevîmlî got, daxwazên hevpîşeyên wan Tîmtîk û Unsal meşrû ne, bêyî ku bi derengî bikeve divê werin berdan û diyar kir, "Daxwazên wan pir zelal û meşrû ne. Darizandineke dadmend dixwazin, dadmendiyê dixwazin. Ev daxwaza dadmendiyê ne tenê ji bo hiqûqa darizandinê ya giştî, ji alî rêgezên gerdûnî yên hiqûqî jî jixwe divê werin bicihanîn."