Parêzer Kozagaçli hate girtin
Parêzer Selçûk Kozagaçli hate girtin. Parêzerên ku îtîraz kirin, derb li wan xistin.
Parêzer Selçûk Kozagaçli hate girtin. Parêzerên ku îtîraz kirin, derb li wan xistin.
Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îtîraz kir, Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli hate girtin. ÇHD beriya niha bi BHQ'yê hatibû girtin.
ÊRÎŞ BIRIN SER PARÊZERAN
Li ser gritina Kozagaçli parêzeran helwest nîşan dan, polîsan bi fermana dadgehê êrîş birin ser parêzeran û derb li wan xistin, parêzer ji hêwanê hatin dexistin.