Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, bi daxwaza bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Rêzan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu û Raziye Turgut ji bo bi daxwaza sibe bi muwekîlê xwe yê li Girîgeha Tîpa F a Parastina Bilind a Îmraliyê hevdîtinê pêk bîne serî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan tenê di dîrokên 2-22 Gulan, 12-18 Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019 de hevdîtin pêkanîbûn.

Ji 81 serlêdanên ji 7’ê Terbaxa 2019’an heta niha ti bersivek ne hatiye dayîn.