Parêzer ji bo bi Ocalan re hev bibînin serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlên xwe bibînin serlêdan kirin.

Parêzerên Ocalan Nevroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Ocalan piştî 8 salan cara pêşî 2'yê Gulanê, piştre, 22'yê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê miwekîlê xwe dîtibûn.

Dewleta Tirk bi hencetên derhiqûqî ji 7'ê Tebaxê ve nahêle ku parêzerên Ocalan miwekîlê xwe bibînin.