Parêzer: Îşkenceyê li HDP’yiyan dikin; em ê serî li saziyên navneteweyî bidin

Parêzer amadekariyan dikin, ku îşkenceya di binê çavan de li rêveberên HDP'ê yên Stenbol û navçeyên wê hatiye kirin, bibin ber destê Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT).

Parêzeran îşkenceya li rêveberên HDP’ê hate kirin bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê eşkere kirin. Daxuyanî bi pêşengiya Platforma Hiqûqnasên Hemdem Azadîxwaz (OHP) hat dayîn û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Bûroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) , HDP û rêxistinên saziyên sivîl jî piştgirî dan.

'LI MIDÛRIYETA EMNIYETÊ YA STENBOLÊ SÛC TÊ KIRIN'

Hevberdevkê OHP Stenbolê parêzer Sînan Zîncîr di destpêka civînê de axivî û diyar kir, li qereqolan di binê çavan de îşkenceyeke giran hatiye kirin.

Endama ÇHD parêzer Ebrû Tîmtîk jî bibîr xist, ku şer bi xwe jî xwedî pîvanan e û diyar kir, li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê sûc hatiye kirin. Tîmtîk gotinên muwekîlên xwe yên di hevdîtinê de ji parêzeran re ragihandin, bilêv kir û got, "Mirovên tên binçavkirin, dibin cihekî. Dema wan vedigerînin, dikevin rewşeke welê ku nikarin bimeşin. Gelek hevalên min ên parêzer ev yek dîtin. Wê nikaribin di nava 30 rojan de şopên vê îşkenceyê jê bibin. Bi serlêdana li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re ev pirsgirêk çareser nabe. Ne ku em ê mafên xwe bi kar nînin, lê ev rêbaz pirsgirêkê çareser nake. Rêyek bi tenê heye ji bo çareseriyê, ew Jî berxwedan e. Em ê faşîzmê têk bibin."

'PIHÎNAN LI SÎNG Û CIHÊ GENÎTAL XISTIN'

Endama EHB parêzer Gulhan Kaya jî qala hevdîtina xwe ya bi muwekîla xwe Fîlîz Çolak re kir. Kaya da xuyakirin, ku ji dema binçavkirinê û pê ve îşkence li Çolak hatiye kirin û got, "Dema wê dibin Nexweşxaneya Hasekî, li wê derê jî polîs lê didin. Doktorek dixwaze mudaxle bike, lê polîs doktor disekinînin. Li TEM'ê lê didin, wê tazî dikin û li ser wê digerin. Ev lêgerîn jî di bin çavdêriya polîsên mêr de tê kirin. Piştî lêgerîna tazî, polîsekî lampe vemirand û bi pihînan li sîng û cihê genîtal ê wê dixe. Timî pê li lingê wê dikin. Ji ber vê yekê jî nikare bi hêsanî li ser lingê xwe yê çepê bimeşe. Timî gefa destavêtinê lê dixwin. Ji ber ku xwestine parêzerên xwe bibînin, li wan xistine. Zexta îtirafkariyê li wan dikin. Polîs jê re dibêje, eger li ser hin kesan îfadeyê bide, wê wan berde. Serê du saetan carekê muwekîla min birine cihekî û bi qasî saetekê lê dane. Bi zorê li ser piyan disekinî û nekarî xwe baş bilivîne."

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Esen Guldemîr jî anî ziman, di binê çavan de îşkence li rêveberên wan hatiye kirin û ji ber ku agahiyê ji hevalên xwe nagire, ji tenduristiya wan bi fikar in.

LI GIRTÎGEHA ŞIRNEXÊ ÎŞKENCEYA FELC DIKE

Rêvebera ÎHD'ê parêzer Gulseren Yolerî jî bal kişand ser îşkenceya li Girtîgeha Şirnexê tê kirin û got, "Girtiyekî ciwan, ji ber îşkenceyê destê wî felc bûye. Tevî ku li ser çavê wî şopa îşkenceyê heye jî, doktor rapora 'rewşa wî baş e' daye. Piştî vê hevdîtinê, girtiyê bi navê Beytûllah Akîl ji bo şermezarkirina îşkenceyê întixar kiriye."

Piştî axaftinan, parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez daxuyaniya hevpar xwend.

Bîlmez bang li raya giştî ya demokratîk, aktîvîstên mafên mirovan kir, ku li dijî îşkence û pêkanînên xerab têbikoşin.

Li dû daxuyaniyê, parêzer Zîncîr jî ragihand, ku têkildarî îdîayên îşkenceyê ew ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û li qada navneteweyî jî serî li saziyên weke Neteweyên Yekbûyî û CPT bidin.