Parêzer îro jî di çalakiyê de ne
Parêzer îro jî di çalakiyê de ne
Parêzer îro jî di çalakiyê de ne
Îro jî parêzer li ber peykerê Themis yê di Edlyeya Çaglayanê de di çalakiyê de ne. Duh piştî êrîşa polîsan ya li edliyeyê, îro jî polîsan edliye dorpêçkirin.
Parêzeran îro jî li ber peykerê Themis yê di edliyeya Çaglayanê de ji bo piştevaniya bi berxwedana Taksîmê hatin gel hev û çalakiyek li darxistin.
Duh parêzer rastî êrîşa polîsan hatibûn û di 47 parêzer piştî hatin derp kirin hatinbûn binçavkirin. Di çalakiya îro de jî dorpêçkirina polîsan balkişand.
Polîs û yekîneyên ewlekariyê yên taybet ji bilî personelên Edliyeyê destûr neda tu kes bikevin edliyeyê, bi sedan parêzer li ber peykerê Themis kombûn. Parêzeran sloganên “Her der Taksîm, her der berxwedan” û “Li dijî faşîzmê mil bimil” li ber peyker çalakî pêkanîn.
Piştî çalakiyê parêzeran dorpêça polîsan derbaz kir û ber bi deriyê C yê edliyeyê ve meşiyan.