Parêzer Bîlmez: CPT piştrast kir ku tecrîd roj bi roj tê şidandin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, ku rapora CPT piştrast kiriye ku tecrîda li Îmraliyê roj bi roj tê girankirin û got, "Ya girîng ew e ku CPT wê destûrê bide van polîtîkayên bêhiqûqî yan na."

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, rapora Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ji ANF'ê re nirxand.

Bîlmez diyar kir ku serdana ku CPT di Gulana 2019'an de li Îmraliyê kir, ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve sedana cara heyştan bû û got, "Mixabin piştî her serdanê, ji bo eşkerekirina raporê em neçar man ku demeke dirêj li hêviyê bisekinin. Carna du salan em li hêviyê man. Di her hevdîtinê de ya bi CPT re me ji wan xwest ku vê pêvajoyê hîn zûtir bikin. Yek ji sedemên derengxistinê jî ûsûlên karkirinê yên CPT ye."

Bîlmez anî ziman ku heta dewleta pêwendîdar destûrê nede CPT nikare raporê eşkere bike û got, "Sedema duyemîn a derengketinê jî helwest û bêsamîmiyeta dewleta pêwendîdar e. Di vir de Tirkiye welatekî welê ye ku têra xwe sabiqeya wê heye. Em qala wê rêbazê dikin ku kêfiyet, bêsamîmiyet, mijûlkirin veguherandiye polîtîkayekê. Tirkiye vê rêbazê li dijî CPT timî bi kar tîne."

'LI ÎMRALIYÊ MAFÊN BINGEHÎN TIMÎ TÊN KÊMKIRIN'

Îbrahîm Bîlmez diyar kir, weke ku di rapora dawî de jî hate dîtin, di raporên CPT de yên li ser serdanan tespît, pêşniyar û rexneyên girîng hene û got, "Lê belê em vê jî baş zanin û dibînin; 21 sal in li Îmraliyê tiştek nehatiye sererastkirin. Berevajî, her carê mafên bingehîn tên kêmkirin. Yanî gelek mijar hene ku divê dewlet û hikumeta Komara Tirkiyeyê bike û peymanên ku îmze kirine vê yekê jê dixwazin. Tirkiye ji bo van berpirsyariyên xwe bi cih nîne serî li her rê û rêbazê dide. Pirsgirêkên dadgerî û îdarî yên bêdawî çêdike û bi mewzûat, qanûnên nû, rêvebernameyan, giştînameyan, bi nivîsandin û burokrasiya bêdawî hewl dide kar bixitimîne. Di vir de ya ku em timî rexne dikin ew e ku CPT ev rêbaz 21 sal in hînê nas nekiriye yan jî ji nedîtî ve tê. Ev yek jî hêzê dide Tirkiyeyê ku bêhiqûqiyên nû bike û vê polîtîkayê dewam bike."

'EM LI BENDA BERSIVA JI BO DAXWAZA CPT A LI SER AGAHDARKIRINA MEHANE NE'

Bîlmez bal kişand ser daxwaza ku raporê de ji hikumetê hatiye kirin û got, "Beriya her tiştî di raporê de tê piştrastkirin ku tecrîda li Îmraliyê roj bi roj tê girankirin ku em vê ekê timî dibêjin. Mijara duyemîn jî, dibe ku yekemcar bi rengekî şênber ji hikumetê dixwaze ku li ser hevdîtinên parêzeran û malbatê agahiyên mehane bide. Em jî niha bi meraq li bendê ne ku hikumet wê mehane di vê mijarê de çi ji CPT re bêje. Di vir de ya krîtîk ew e ku CPT wê ji niha û pê ve destûrê bide vê rêbaz û polîtîkayê yan na. Ji ber ku ji 21 salên bihurî em baş zanin ku hikumet ji bo mijûlkirinê çi ji dest bê wê bike. Li pêşiya me rastiyeke dewletê heye ku bi salane her hefte bi gotina 'keştî xerabe ye', 'rewşa hewayê nebaş e', 'yan jî qeptan nexweş e' derewên fermî gotiye. Ya rast CPT jî bi vê rastiyê baş zane.

Ya girîng ew e ku CPT wê mîna 21 salên derbasbûyî destûrê bide vê rêbazê yan na. Em ê li bendê bimînin û bibînin. Mînak; di raporê de dawiya dawî hate tespîtkirin ku cezayên dîsîplînê yên li pêşiya hevdîtinên malbatê yên bi Birêz Ocalan û sê muwekîlên me dibin asteng, cezayên vala ne, ne di cih de ne."

'DIVÊ CPT LI BER TAKTÎKA MIJÛLKIRINÊ RABE'

Bîlmez diyar kir ku di rapora dawî ya CPT de hate destnîşankirin ku divê rejîma înfazê ya cezayê muebetê yê girankirî ji nû ve bê nirxandin, bê guhertin û got, "Di vê mijarê de tevî ku me gelek caran serlêdan kirin û hewl dan, Tirkiyeyê heta niha gavek neavêtiye."

Bîlmez destnîşan kir ku divê CPT êdî li ber vê taktîka mijûlkirinê rabe û bi rengekî cidî nîşanî Tirkiyeyê bide ku ji bo teşhîrkirina Tirkiyeyê li qada navneteweyî, hemû bijarte li ser maseyê ne.

'SERDANEKE NÛ DIVÊ TAVILÊ BÊ KIRIN'

Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku li ber destê wan agahî nîne ku CPT sala 2020'an serdana Îmraliyê kiriye yan na, yan jî di nava salê de wê biçe serdanê yan na. Bîlmez got, "Lê belê ji ber ku di ser serdana dawî re 15 meh derbas bûne û weke ku di raporê bi xwe de jî hate ragihandin ku Tirkiyeyê tiştek ji bo sererastkirinê nekiriye, dema serdaneke nû hatiye û divê tavilê bê kirin. Bêguman divê metirsiya ji ber şewbê rû dane jî bên hesabkirin."

Bîlmez herî dawî got, "Divê bê dîtin ku tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê tevahiya civaka Tirkiyeyê eleqedar dike. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku di mijara tecrîda Îmraliyê de hesas bin û ji bo dawî li vê rewşê bê anîn nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin."