Parêzer Arksak: Em bi dayikan re ne

Ji parêzeran Mûrat Arksak ku tevî dayikên girtiyan ên li ber Girtîgeha Bakirkoyê hefteya bihurî bi lêdanê hatin destgîrkirin anî ziman ku wê her tim bi dayikan re bin.

Dayikên girtiyan ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li ber Girtîgeha Bakirkoyê bûn hedefa êrîşa polîsên Tirk. Parêzer jî di nav de 7 kes bi lêdanê hatin destgîrkirin. 7 kes piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. Parêzer Mûrat Arksak yek ji wan kesan e ku bi lêdanê hate destgîrkirin. Arksak ji ANF'ê re qala bûyerê kir.

Arksak diyar kir, ku dayikan li Bakirkoyê ji bo zarokên xwe xwestin 10 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk bînin, balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe û ew jî weke çavdêr bi wan re amade bûn.

Arksak got, "Dayik bi laçikên xwe yên spî hatibûn. Ez jî tevî du hevalên xwe yên parêzer çûm wê derê. Min ji polîsan re li ser armanca hebûna xwe ya li wir ragihand. Tevî vê yekê jî bêyî ku hişyariya 'belav bibin' bikin, berî ku dayik bigihêjin ber girtîgehê polîsan êrîş kirin. Ji ber êrîşê hin dayik ketin û polîsan jî hewl dan pê li wan bikin. Tevî hevalên xwe yên parêzer me hewl dan pêşî li êrîşa polîsan bigirin. Min ji wan re got, 'Ez parêzer im, karê cemaweriyê dikim, hûn nikarin min destgîr bikin', lê tevî vê yekê jî destgîr kirin. Di dema destgîrkirinê de jî li min dan. Piştî ku em xistin wesayitê li me dan, sixêf û heqaret kirin. Li hundirê wesayitê ji paş ve kelepçe kirin. Li hundirê wesayitê li dayikan xistin û ji ber ku li dij wan derketim li min jî dan. Li ser lêdanê me rapor wergirt. Der barê vê de me gilî kir."

Parêzer Arksak bal kişand ser kîn û nefreta polîsên êrîşkar û got, "Nêzîkatiya polîsan û dadgeriyê bi vî rengî bû; 'ew terorîst in, bi fermanê tên'. Halbûkî ew ne rast bû. Dayikên 60, 70 salî weke terorîst pênase dikin. Herî dawî 41 dayik hatin destgîrkirin û 4 rojan bi neheqî destgîrkirî hiştin."

Arksak destnîşan kir, çalakiya dayikan di çarçoveya mafê demokratîk û aştiyane de pêk hat û got, wê timî bi dayikan re bin.