Parêzer Ûysal nerazîbûn nîşanî CPT û NY da

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Ûysal ji ber bêdengiya wan a li hemberî tecrîdê nerazîbûn nîşanî CPT, Konseya Ewropayê û CPT’ê da.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de di bin tecrîdê de ye. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê pêvajoyên hiqûqî yên li ser Ocalan dişopîne û hewl dide saziyên navneteweyî yên hiqûqê têxe dewrê.

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Ûysal derbarê pêvajoyên hiqûqî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

‘DI 20 SALAN DE TENÊ METOD GUHERÎN’

Ûysal got: “ Ji aliyê me ve 20 sal bi berxwedana rêzdar Ocalan domiyaye û di heman demê de di qada navneteweyî de jî bêdengiyek pêk hatiye. Di nav vê dîroka bêdengiyê de CPT, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî hene. Ji 9’ê Cotmeha 1998’an û heta 15’ê Sibata 1999’an aktorên di vê pêvajoyê de di nav van 20 salan de bi heman armancê lê bi metodên cihê rêya xwe domandine.”

DÎROKA TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ

Ûysal diyar kir ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê saziyeke 20 salan e û wiha pêde çû: “Buroya me di warê şertên hevdîtina Ocalan a bi malbata wî re, serlêdanên hiqûqî yên ku divê werin kirin, serlêdanên di warê hiqûqa navneteweyî ne, buroyeke mûxatab e. Di vê buroyê de bi sedan parêzer xebitîn û me parêzeriya Rêzdar Ocalan kir.”

DOZÊN KU DIDOMIN

Ûysal diyar kir ku li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê, Dadgeha Destûra Bingehîn û li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek dozên Ocalan didome. Ûysal got: “Ji Îlona 2018’an û vir ve ji ber cezayên dîsîplînê hemû hevdîtinên bi parêzer û malbatê tên astengkirin û em parêzer jî nikarin xwe bigihînin dosyeyên lêpirsîna dîsîplînê. Serlêdanên me yên ji bo nameyên Ocalan ên ku hatine astengkirin û astengiyên li ser hevdîtina parêzeran jî didome. Hin doz hene li DMME’yê didomin. Ya herî girîng jî serledana komî ya di Cotmeha 2011’an de ya li dijî tecrîdê ye. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re didome. DMME hê tu bersiveke erênî yan jî neyînî nedaye serlêdanên me yên 8 sal berê.”