Parazvanên mafan: Polîs êşkence li zarokan kiriye

Rêxistinên civakî yên sivîl, bal kişandin ser tundiya di dema protestokirina binpêkirinên hilbijartinan de li dijî zarokan hatine kirin û hat gotin ku polîsan êşkence li zarokan kiriye.

Li dijî binpêkirin û derhiqûqtiyên di hilbijartinên rêveberiyên xwecihî de li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Parazvanên mafan têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê daxuyanî dan. Komeleya Xebatên Zarokan (ÇocukÇA), komeleya ji bo Zarokan Edalet (ÇÎAD), Weqfa Koçberî û Alîkariya Mirovî (GIYAV), Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Psîkologan a Mezopotamyayê (Der-Mez), Komeleya ji Ewil Zarok û Komeleya Hêviyên Rengarenkê (RUMUD) tevlî daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla xebatkara GIYAV’ê Eylem Kaya û ya bi Tirkî jî Endama Lijneya Rêveber a RUMUD’ê Ceylan Palamut ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di çalakiyên protestoyî de li dijî zarokan tundiyeke bêsînor hatiye kirin, zarok hatine êşkencekirin û rastî miameleyeke xerab hatine.