Pakêta herî berfireh a der barê lîstikên olîmpiyatê de
Pakêta herî berfireh a der barê lîstikên olîmpiyatê de
Pakêta herî berfireh a der barê lîstikên olîmpiyatê de
Komîteya Olîmpiyatên Navneteweyî (IOC) ku her olîmpiyata organîze dike rê li ber nîqaşan vedike, di encama xebata du rojan de pakêteke reformê ya berfireh qebûl kir.
Komîteya Olîmpiyata Navneteweyî (IOC) di Desteya Giştî ya 127’emîn a li Monacoyê pêk anî de di encama dengdanê de, hemû pêşniyarên reformê yên ku komîteyê pêk anîbûn, hat qebûlkirin. Pakêta reformê ya ku ji 40 xalî pêk tê, tê gotin ku xebata herî berfireh a ICO ya ji sala 1999’an heta niha ye.
Di çarçoveya reformê de bi giştî , tê payîn ku proje wê bi giştî 490 mîlyon euro lê biçe û tenê der barê lîstikên olîmpiyatê de kanalek televîzyonê ya ku wê weşanê bike bê avakirin. Di asta yekemîn de li ser înternetê wê baskê sporê yên olîmpîk agahdariyê bike û her wiha hedef dike ku eleqeya ji bo lîstikan zêde bike.
Yek ji rêbazên ku hatiye reformekirin jî, der barê qadên ku lîstikên olîmpiyatê lê pêk tê ne. Li gorî vê ji bo berdewamî pêk bê, hemû cureyên lîstikên olîmpiyatê an jî hinek dîsîplîn wê neqlî derveyî bajar an jî welatê ku organîzasyon lê pêk tê bikin.
Heta îro pirsgirêka herî girîng ya ku di lîstikên olîmpiyatê de pêk hat, meseleya avakirina qada sporê bû. Ev jî diçe guherînê. Li gorî pakêta reformê, tesîsên ku bên avakirin tenê wê ji bo lîstikên olîmpiyatê taybet bin û piştî bi dawîbûna olîmpiyatan wê ji cih bên rakirin.
Di çarçoveya reformên nû de welatên ku organîzatoriya lîstikên olîmpiyatê dikin, wê cih bidin cureyên nû yên sporê û lê ev biryar wê ji aliyê IOC ve bê dayîn. Heta niha di olîmpiyatên havînê de 28, di yên zivistanê de 7 cureyên sporê hebûn û ji vir şûnde wê hejmar bê zêdekirin. Ji bo olîmpiyatên zivistanê wê 2 hezar û 900 û yên havînê jî 10 hezar û 500 sporvan tevlî bibin.