Ozsoy: Em ê karê xwe yê 7'ê Hezîranê temam bikin

Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê û namzetê Amedê Hişyar Ozsoy li Çewligê di dema fitarê de peyivî û got, karê ku wan 7'ê Hezîranê dest pê kirin wê 24'ê Hezîranê biqedînin. Li Îzmîrê jî HDP'yî û karker li hev rûniştin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rengekî berfireh li Çewligê dixebite. Namzetên HDP'ê yên Çewligê Erdal Aydemîr, Nîhat Aksoy, Şefîka Dogan û rêxistinên bajar û navçeyên Solxan, Kanîreşê û Dara Hênê bê navber dixebitin. Bi wesîleya meha Remezanê li Yeşîl Vadî ya li navenda Çewligê xwarina fitarê hate dayin. Alîkara Hevserokên DBP'ê Hacer Ozdemîr, Parlamenterê Çewligê yê HDP'yî û namzetê Amedê Hişyar Ozsoy û bi dehan kes tevlî merasîmê bûn.

Hişyar Ozsoy bal kişand ser tirsa Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan a ji Demîrtaş û got, "Bi hilweşandina hiqûqê re Demîrtaş dîl girt, lê hê jî jê ditirse." Ozsoy bi dewamî got, "Hewl dide Demîrtaş nebaş nîşan bide. Xuya ye Demîrtaş li nava çar dîwaran jî wî bêzar dike. Erdogan ê çûyinê ye, lewma ne li ser hişê xwe ye."

Ozsoy destnîşan kir, wê karê ku 7'ê Hezîranê dest pê kir û nîvco hişt, 24'ê Hezîranê biqedînin. Ozsoy di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Îdrîs Balûken jî ku 9 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û got, "Îdrîs beg wê ji girtîgehê derkeve û siyasetê bike. Lê belê cihê Erdogan di paşeroja Tirkiyeyê de nîne."

Ozsoy li ser ewlekariya sindoqan jî hin hişyarî kir û bang li gelê Çewligê kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê, HDP'yî û karker li hev rûniştin. Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê Yalçin Yanik diyar kir ku HDP partiya karkeran e û têkoşîna çîna karkeran a bêyî HDP'ê têkoşîneke kêm e.

Rêveber û namzetên HDP'ê ji bo 24'ê Hezîranê bi karkerên li semta Basmane ya navçeya Konak a Îzmîrê li hev rûniştin. Parlamenterê Îzmîrê yê HDP'yî Ertûgrûl Kurkçu û namzetên parlamenteriyê Mûrat Çepnî, Yalçin Yanik, Mahsûn Korkmaz, Gonul Aygun û Ceyhan Akay li pirsgirêkên karkeran guhdarî kirin.

Ertûgrûl Kurkçu diyar kir, yekane saziya ku karker dikarin bi rêya wê li meclîsê siyasetê bikin, HDP ye û got, ji ber vê yekê karkerên çepgir, rastgir an jî oldar divê cihê xwe li nava refên HDP'ê bigire.

Namzetê parlamenteriyê Yalçin Yanik piştre axivî û anî ziman, ku HDP partiya herî girseyî ya karkeran û hemû gelan e. Yanik diyar kir, bêyî HDP'ê têkoşîna çîna karker, azadiya gelan û demokrasiyê wê kêm be û got, "Parlamenterên HDP'yî mirovên ji nava gel in. Lewma HDP yek ji saziya herî girîng a siyaseta Tirkiyeyê ye."

Mûrat Çepnî piştre axivî û destnîşan kir ku ew bi biryar in tevî karkeran têbikoşin.

HDP'yî her wiha her roj serdana dikandaran dikin, belavokan belav dikin û diçin ziyareta saziyan.