Ozsoy ê HDP’î li Senatoya Fransa behsa faşîzma AKP’ê kir
Cîgirê Hevserokê HDP’ê Ozsoy li Senatoya Fransayê têkîldarî faşîzma AKP’ê axivî. Ozsoy, li dijî dîktatortiya Erdogan bang li Ewropayê kir ku dengê xwe bilind bikin.
Cîgirê Hevserokê HDP’ê Ozsoy li Senatoya Fransayê têkîldarî faşîzma AKP’ê axivî. Ozsoy, li dijî dîktatortiya Erdogan bang li Ewropayê kir ku dengê xwe bilind bikin.
Berdevkê Komîsyona Karên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hîşyar Ozsoy û ji nûnerên HDP’ê yên Ewropayê Eyup Dorû, têkîldarî rewşa li Tirkiyeyê û êrîşên li dijî partiya wan agahî dan Komîsyona YE ya girêdayî Karên Derve ya Senatoya Fransayê. Di hevdîtinê de ku nûnerên partiyên komunîst, sosyalîst û mûhafazakar jî hebûn, Ozsoy bal kişand ku li Tirkiyeyê faşîzma AKP’ê heye.
‘EGER PÊŞÎ LI ERDOGAN NEYÊ GIRTIN WÊ BIBE BELA SERÊ EWROPAYÊ’
Ozsoy, behsa zextên giran ên li ser partiya wan kir, ragihand ku li gel Hevserokên wan ên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, gelek parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber û endamên partiya wan hatine girtin û binçavkirin.
Ozsoy, bersiv da pirsên parlamenteran jî, destnîşan kir ku eger welatên Yekîtiya Ewropayê zextê li Erdogan nekin wê ev feraset bibe bela serê Ewropayê jî.
‘EWROPA JI BER ERDOGAN NE REHET E’
Ozsoy têkîldarî naveroka hevdîtinan agahî parve kir, diyar kir ku têkîliyên Tirkiye- YE axivîne û wiha dewam kir;
“Niha Ewropa dixwaze têkîldarî Erdogan tiştekî bike, lê hê biryarek tam nedane ku bê wê çi bikin. Wê bêden nemîne, lê ne mimkûn e ku mirov bertekê wê jî pêş bibîne. Dibe ku têkîliyan ranewestînin, lê pêkanînên aborî di hin xalan de bikevin dewrê. Meha Kanûnê rojanekirina Yekîtiya Gumrukê heye. Li wir dibe ku hin pêkanîn hebin. Li qeleman fonên YE hene. Dest bi qutkirina wan kirin. Bi taybet jî qutkirina fonên di qada darazê de. Yekîtiya Ewropayê ne mîna welatekî tevdigere. Qadek siyasetê ye ku di nav xwe de cudatiyên xwe hene. Ti kes ji kiryarên Erdogan ne kêfxweş in, em vê eşkere deynin holê.”
Hişyar Ozsoy ê HDP’ê îfade kir ku ti welatên YE ji kiryarên Erdogan ne memnûn in û wiha dewam kir; “Wê civîna lîderên YE bê lidarxistin. Me îro agahî dan endamên komîsyonê. Ev komîsyon wê pêşnûmeyekê amade bike, têkîldarî helwesta Fransa. Me jî wek HDP’ê, fikrên xwe parve kirin. Bi taybet jî me fikrên xwe yên têkîldarî helwest û nêzîkatiyên YE bi zelalî ragihandin.”
Her wiha, heman rojê Cîgirê Hevserokê HDP’ê Hîşyar Ozsoy, bi Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransa û Serokê Partiya Çep a Ewropayê Senator Pierre Laurant jî civiya. Ozsoy, nêrînên xwe yên hevşib li vir jî anîn ziman, bêdengiya welatên Ewropayê rexne kir. Laurant jî got, ji bo welatên YE ji Erdogan re bêjin ‘raweste’ çi ji destên wan tê wê bikin.