Ozsoy: Di ser miriyan re li dijî zindiyan şer dikin
"Li nava Komara Tirkiyeyê, mafê kê heye ku bikuje ya jî li ser nirx û wateya mirinê hikum bike? Dewletê bi gotinên mîlîtarîst, çanda şehadetê gelekî belav kiriye."
"Li nava Komara Tirkiyeyê, mafê kê heye ku bikuje ya jî li ser nirx û wateya mirinê hikum bike? Dewletê bi gotinên mîlîtarîst, çanda şehadetê gelekî belav kiriye."
Cenazeyê dayika Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk, piştî êrîşa li Enqereyê ya di dema merasîmê de, ji gorê hate derxistin, birin Dersimê û li wir hate veşartin.
Parlamenterê HDP'yî Hişyar Ozsoy, ku bi xwe jî li merasîma cenazeyê Hatûn Tûglûk bû, ji ANF'ê re mijar nirxand.
Ozsoy diyar kir, ku gor tê wateya şopdanînê, cihgirtina li hembêza axê û destnîşan kir, ku polîtîkaya dewletê cih nade miriyên Kurdan û gelên din.
Ozsoy ev yek bi faşîzmê pênase kir û anî ziman, ku faşîzm bêguman têgîneke spesîfîk nîne. Ozsoy ragihand, faşîzm îdeolojiyeke hov e ku di sedsala 20'an de derkete holê û wiha dewam kir:
"Di Antîgone Tragedya Sofokles de jî ev mijar tê destnîşankirin. Ev yek çîroka îlankirina yek ji du birayan bi 'xayintiyê' û 'veneşartina cenazeyê wî' ye. Bi heman awayî li Trûva, qral diçe ji bo rakirina cenazeyê kurê xwe li ber dijminê xwe digere. Ev pirsgirêk yek ji meseleyên herî kevn ên dîroka mirovahiyê ye. Di mîteolojî û dîroka gelek gelan de mînakên bi heman rengî hene."
Hişyar Ozsoy diyar kir, ku faşîzm ya jî neteweperestî, şerê xwe yê bi zindiyan re dibin cîhana din û got, "Ji ber ku neteweperest vê baş zanin; mirin pîrozmendiyekê diafirîne. Di hemû ol û baweriyan de rewş bi vî rengî ye. Lewma, ji bo ew mirî nebe nirxek, nebe xwedî wateyekê hewl didin wateya di nava wê mirinê de bikujin. Bi Hewl didin mirinê bikujin. Nirx û wateyê mirinê bikujin.. Qîma xwe bi mirina biyolojîk nînin. Dixwazin bi şêweyekî welê bikujin ku ti wateyeke xwe ya polîtîk û sembolîk nemîne. Lê belê Kurd têkoşîneke neteweyî dimeşînin û di nava vê têkoşînê de li ref miriyên xwe ne. Ev siyaset, siyaseta qutkirina miriyên Kurdan ji zindiyê wan e. Di ser miriyan re li dijî zindiyan şer dikin. Sermeselê; gorên bêkesan çêdikin. Lê ew mirov bêkes nînin, bi zanebûn ji malbatan qut dikin. Niha bi dehan cenaze li morgan e. Bi taybetî nadin malbatan. Yan jî li cihên cuda hatine veşartin. Dewlet di vê demê qadên mirinê yên Kurdan jî hewl dide kontrol bike. Kurd jî xwedî li van qadan derdikevin û di vê oxirê de bi rengekî bê eman têdikoşin.
DI BIN REJÎMA SERDEST A DEWLETÊ LI KURDISTANÊ AVA KIRIYE, REJÎMEKE MIRÎ HEYE
Parlamenterê HDP'yî Hişyar Ozsoy destnîşan kir, ku di bin rejîma serdest a ku dewletê li ser erdê Kurdan ava kiriye, rejîmeke mirî heye û got, "Mebesta min ji vê yekê ev e; pirsgirêke li holê heye. Li nava Komara Tirkiyeyê mafê kê heye ku bikuje ya jî li ser nirx û wateya mirinê xwedî hikum be? Dewletê bi gotinên mîlîtarîs çanda şehadetê gelekî belav kiriye."
Ozsoy bal kişand ser êrîşên li miriyên gelên ne Tirk, xerakirina gorên wan û got, "Bi vî rengî hewl didin şopa wan a li dîrokê rakin."
LI TIRKIYEYÊ ÎSLAM NÎNE, 'ÎSLAMA TIRK' HEYE
Ozsoy destnîşan kir ku li Tirkiyeyê Îslam nîne û got, "Îslama Tirk heye. Destpêkê Tirkîtî tê, piştre Îslam. Îslam weke sosa vî karî ye; ji xwe di hemû olan de bêhurmetiya li mirî qedexe ye. Dîn li aliyekî, li gorî qanûnên Tirkiyeyê bi xwe, nabe ku heqaret li cenaze were kirin. Bi awayekî vekirî qanûn tê binpêkirin. Lê belê, tevî vê qedexeya qanûnî û olî, ji salên 1990'î û vir ve cesed bi erdê ve tên kaşkirin û parçekirin."
Ozsoy diyar kir, êşkenceya bi her awayî ya li miriyên gelên din ên li ber serweriya dewletê rabûne, ji xwe re weke mafekî dibînin.
EV ÊRÎŞ PROJEYEKE NETEWE DEWLETÊ YE
Ozsoy êrîşa li cenazeyê Hatûn Tûglûk bi bîr xist, ku ew bi xwe jî di merasîma cenaze de amade bû û wiha dewam kir: "Ev yek projeyeke netewe dewleta nîjadperest û neteweperest e. Dema ku we parametre û çarçoveyeke bi vî rengî ya îdeolojîk danî be, wê hin kesên beradayî jî derkevin holê û heqaretê li miriyan bikin. Di bingeha vê de projeya netewe dewletê heye, ku ev 90 sal in hewl tê dayin bê avakirin."
Di dawiya axaftina xwe de Ozsoy bang kir, ku li hemberî heqareta li miriyên hemû gelan tê kirin, nerazîbûneke xurt were nîşandan.