Ozmen ê girtî: Bila hemû gelê me tevlî berxwedanê bibe

Omer Ozmen ê girtî ku di greva birçîbûnê de ye bal kişande ser zextên zêde yên li girtîgehan. Ozmen got, ''Em biryardar in. Ya ku wê me bihelîne bêdengî ye. Bila gelê me tevlî berxwedanê bibe''.

Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Rewşa girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Nimro 1 ya Hîlwanê her ku diçe girantir dibe.

Girtî Omer Ozemen ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Ozmen bi telefonê bi malbatê re axivî û got, ''Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bidomînin.''


''ZEXT, ASTENGÎ Û LÊPIRSÎN HENE'

Ozmen got her ku diçe rewşa wan girantir dibe û ev agahî dan: ''Her roj, her kêlî û saniye bedena me dihele,lê ya ku me dihelîne bêdengî ye. Îro me ji bo armanceke mezin ev çalakî da destpêkirin.

Zext her ku diçe zêdetir dibin, lêzimiyên me yên sereke nayên bicihanîn. Peyamên ku dema hevdîtinê me bi malbatên xwe re gihandine, li ser me hemûyên ku di greva birçîbûnê de ne lêpirsînê dest pê kiriye.''

''EM Ê QET DEV JÊ BERNEDIN, BILA HEMÛ GELÊ ME LI BER XWE BIDE'

Ozmen diyar kir ew biryardar in û got, ''Her çi jî bikin, em ê ti caran dev jit têkoşîna xwe neqerin, em ê heta dawî berxwedanê bidomînin. Dawiya vVê berxwedanê wê bêhempa be.

Em bang li gelê we dikin ku ji bo tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin li dora berxwedanê bibin yek.''