Ozgur Gundemê Dîlok kir manşeta xwe: Heman kiryar, heman hedef

Rojnameya Ozgur Gundemê, ku li ser daxwaza AKP'ê bi biryara 8. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê hat girtin, komkujiya li Dîlokê kir manşeta xwe ya îro.

Rojnameya Ozgur Gundemê, îro jî bi 8 rûpelan weke pêveka taybet a rojnameya Atilimê gihîşt ber destê xwendevanên xwe. 

Rojnameya Ozgur Gundemê komkujiya li Dîlokê kir manşeta xwe. Bi sernavê 'HEMAN KIRYAR, HEMAN HEDEF' cih da nerazîbûnên li hemberî komkujiya li Dîlokê û nûçeya li ser merasîma cenaze ya duh weşand.

'NOBEDA AZADIYÊ' JI BO ASLI ERDOGAN DESTPÊ DIKE

Li jora manşetê jî, nûçeya li ser 'Nobeda Azadiyê' cih digire ku wê îro ji bo nivîskara rojnameyê Asli Erdogan li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê were destpêkirin.

BÎLÎR Û KIZILKAYA WÊ DERKEVIN PÊŞBERÎ DADGEHÊ

Di vê navberê de tê payîn, Berpirsyarê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Zana Bîlîr û Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya yên hê binçavkirî ne, îro derketin pêşberî dadgehê.

...