Ozgur Gundem hate muhrkirin
Avahiya Rojnameya Ozgur Gundem a ku bi biryara dadgehê hate girtin û xebatkarên wê bi derbkirinê hatin binçavkirin, ji aliyê tîmên Şaredariya Beyoglûyê ve hate muhrkirin.
Avahiya Rojnameya Ozgur Gundem a ku bi biryara dadgehê hate girtin û xebatkarên wê bi derbkirinê hatin binçavkirin, ji aliyê tîmên Şaredariya Beyoglûyê ve hate muhrkirin.
Piştî girtina Rojnameya Ozgur Gundem ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Sulh a Stenbolê ve û ji aliyê polîsan ve binçavkirina xebatkarên rojnameyê û şûn de, di nava kesên ku li pêşiya avahiya rojnameyê kom bûn Parlementerê HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevberdevkê KCD Şîmal Atalan û Hevserokê HDP’ê yê bajarê Stenbolê Dogan Erbaş cih girtin. Polîsan rê neda ku Bûldan û kesên li gel bikevin avahiya ku lêgerînê hê jî lê didomînin.
Tîmên polîsan ên ku piştî demekê lêgerînên xwe yên di avahiyê de qedandin û şûn de ji avahiyê derketin. Lê pîştî derketina polîsan bi lez û bez avahî ji aliyê tîmên Şaredariya Beyoglûyê ve hate muhrkirin.
Hat diyarkirin ku di der barê muhrkirina avahiya rojnameyê de ti biyarên qanûnî derkeketiye.