Ozgur Gundem bi manşeta 'Em ê serî netewînin' derket
Rojnameya Ozgur Gundemê, ku hikûmeta AKP'ê duh biryara girtina wê da, îro bi manşeta "EM Ê SERÎ NETEWÎNIN' derket.
Rojnameya Ozgur Gundemê, ku hikûmeta AKP'ê duh biryara girtina wê da, îro bi manşeta "EM Ê SERÎ NETEWÎNIN' derket.
Biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê duh ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê ve hatibû dayîn.
Piştî dayîna vê biryarê, polîsên dewleta Tirk avêtin ser navenda rojnameyê ya li Stenbolê û bi lêdanê xebatkarên wê binçav kirin.
Avahiya rojnameyê jî ji aliyê Şaredariya Beyoglû ve hat morkirin.
Hatibû ragihandin, ku rojname wê îro (17'ê Tebaxê) bi 4 rûpelan bigihêje ber destê xwendevanan.
Rojnameya Ozgur Gundemê îro bi manşeta "EM Ê SERÎ NETEWÎNIN" derket. Di hejmara îro ya rojnameyê de wêneyên terora polîsan a li hemberî xebatkaran hatin weşandin.