Ozguneş: Darbeya qeyûm parçeyek ji Plana Çokşikandinê ye

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş got darbeya qeyûm parçeyek ji Plana Çokşikandinê ye û got, divê bêyî ku bi derengî bikeve li dijî faşîzmê yekîtiyek were çêkirin.

Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li ser dagirkeriya qeyûman a li ser şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê axivî û got, armanca qeyûm ew e ku siyaseta demokratîk bi temamî ji holê rakin.

Ozguneş bal kişande ser encamên hilbijartina 31'ê Adarê û got, ''Di encama hilbijartina xwecih de di serî de li Stenbolê, li piraniya bajarên mezin têk çû, ji ber vê tirs ketiye dilê we.''
'PARÇEYEK JI PLANA ÇOKŞIKANDINÊ YE'
Ozguneş qeyûmên beriya niha jî bi bîr xist û got piştî ku 31'ê Adarê di hilbijartinê de gel şaredarî ji dest wan standin dîsa pê li bişkokê kirin. Ozguneş got, darbeya qeyûm parçeyek ji Plana Çokşikandinê ye û bi vê konseptê arman ew e ku rêxistiniyê qels bikin. Ozguneş her wiha got, bi van rêbazên faşîst ne hiqûq dikare sazkar be û ne jî mafên mirovan.

'BÊYÎ KU BI DERENGÎ BIKEVE DIVÊ EM YEKITIYEKÊ ÇÊBIKIN'

Ozguneş her wiha diyar kir azmûneke giran li ber partiyên muxalefetê û hêzên demokrasiyê ye û ev desteserkirina vînê ne tenê meseleya  Kurdan e, çi kesê ku dibêje dildarê demokrasiyê ye meeleya wan jî. Ozguneş got heke pêşî li vê rewşê neyê girtin faşîzm wê li her deverê berbelav bibe. Ozguneş diyar kir bêyî ku bi derengî bikeve divê yekîtiyek were çêkirin û got, ''Heke li dijî van êrîşan helwesteke hevpar dernekeve holê, îro nehiqûqiya li Amed, Wan û Mêrdînê dibe ku nebe ya dawî. Divê em bi hev re rêyekê bibînin û xeta têkoşînê deynin.''