Ozgokçe ya ku peywira wê hate desteserkirin lêpirsîn lê hate vekirin

Wezareta Karê Navxweyî lêpirsîn li Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan vekir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya ku peywira wê hatibû desteserkirin ji aliyê mufetîşên Wezareta Karê Navxweyî lêpirsîn lê hate vekirin.

Ozgokçe ji Ajansa MA’yê re axivî û diyar kir ku bi hincetên pûç ev lêpirsîn hatiye vekirin. Ozgokçe got ku; “Cihguherandina gerînendeyan kirine hinceta lêpirsînê. Ev tişt li dijî hiqûqê ye. Qaşo min di navbera şaredariyan de cudatiya partiyan kiriye. Armanca di vir de manîpulasyon e. Di heman demê de pergala hevşaredarî jî kirine hincet. Me kesên ku tevlî nav nelirêtiyê bûne, dizî kirine kadroya wan betal kir. Ji ber ku em li dijî diziyê têdikoşin.”

Ozgokçe diyar kir ku ev darbeyeke siyasî ye û got: “Em ê bi paş ve gavan neavêjin.”