Ozel serdana Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê kir

Çalakiya Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber wezareta dadê di roja 123’emîn de didome.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 123’emîn de didome.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û şandeya ligel wî çûn serdana Emîne Şenyaşar. Emîne Şenyaşardi nobetê de da zanîn ku bila ev zilm bidawî be û got edeleta wan têk biçe.

Kurê Şenyaşarê, parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî axivî û daxuyairin ku 123 roj in ber deriyê wezareta dadê li edeletê digerin.

Ozgur Ozel jî çû cem Emîne Şenyaşar û wiha got: “Ez ligel wê me.  Têkoşîna dayikek dilşewat, perîşan û westandî nîşan dide ku çiqas xurt û bi bandore. Ez ligel têkoşîna wê ya mafdarim. Ez doza wê ya mafdar biparêzim.”