Ozdag, Cemgîl û Manga hatin bibîranîn
Alpaslan Ozdag, Sînan Cemgîl û Kadîr Manga yên ku di 31’ê Gulana 1971’an li çiyayê Nûrhak hatin qetilkirin hatin bibîranîn.
Alpaslan Ozdag, Sînan Cemgîl û Kadîr Manga yên ku di 31’ê Gulana 1971’an li çiyayê Nûrhak hatin qetilkirin hatin bibîranîn.
Alpaslan Ozdag, Sînan Cemgîl û Kadîr Manga yên ku di 31’ê Gulana 1971’an li çiyayê Nûrhak hatin qetilkirin hatin bibîranîn.
Hêzên Demokrasî û Kedê ya Îzmîrê ji bo Sînan Cemgîl û Kadîr Manga yên ku di 31’ê Gulana 1971’an li çiyayê Nûrhak hatibûn qetilkirin, li Goristan Bûca ya ku gora Alpaslan Ozdag lê bû, aktivîteyeke bîranînê li dar xistin. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, CHP, HDP û EMEP, endam û rêveberên Îmece Dostlûk û Komeleya Piştgiriyê, Komeleyên 78’an û ÎHD’ê beşdarî bîranînê bûn. Polîsan cihê ku wê bîranîn lê bihata lidarxistin dorpêç kirin, bi îdîaya ku “îxbar heye” di ketina goristanê de benda kontrolkirinê danîn, kontrola GBT’ê kirin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata Alpaslan Ozdag Caner Canli axivî û anî ziman ku ev 45 sal in li ser goristanê aktivîteyên bîranînê li dar dixin, bertek nîşanî dorpêça polîsan da.
Piştre jî Serokê Komeleya 78’an Servet Alî Çinar axivî û diyar kir ku her 3 şoreşgeran ji bo azadiya gelan û têkoşîna rizgarkirinê bûn sembola piştgiriya şoreşê. Çinar wiha axivî: “Yên ku di oxira serxwebûn, azadî û şoreşê bi kenînê ber bi mirinê ve bi rê ketin, ji bîr nekirine û em ti car ji bîr nakin.”
Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu jî destnîşan kir ku her 3 şoreşgeran jî di demê xwe de deriyê têkoşînê vekirin, Kurkçu wiha got: “Em ti demê Nûrhak û Kizildereyê ji bîr nakin.”
Bîranîn bi guhdarkirina hûnermendên Komeleya Muzîkvanan û dirûşman bi dawî bû.