Oy ve Otesî: Me nekarî em 3 milyon û 746 hezar dengan piştrast bikin

Oy ve Otesî tespîtkirina dek û dolabên di referandûmê de didomîne. Li gorî rapora Oy ve Otesî di belavbûna 100 hezar dengan de, nakokî heye. 3 milyon û 746 hezar deng jî nehat piştrast bikin.

Oy ve Otesî xwe gihand ji sedî 94 zabitnameyên di refrandûmê de û zabitnameyên xwe yên YSK’ê da ber hev.

Tespîtên Oy ve Otesî wisa ne:

“Biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a ku qebûlkirina dengên bêmohr, bandoreke neyînî li ser şeffafî û hiqûqîbûna referandûmê kir.

DÎMENÊN 230 HEZAR ZABITNAMEYAN

*Oy ve Otesî xwe gihand 3 milyon mirovan

* Bi banga me nêzî 25.000 xebatkarên dildar li ser sindoqan peywir wergirtin.

*Sepana mobîl a T3 amade kir. Di roja referandûmê de ji 80 bajaran bi giştî 230 hezar dîmenên zabitnameyan hatin ber destê me.

JI 3 MILYONAN ZÊDETIR DANE HATIN

Di sepana Oy ve Otesî ya di roja referandûmê de 432 hezr Zabitnameyên Encamên Sindoqan û Cetvela Encama Hilbijartinê hat û encam hatin berawirdkirin. Ji bo vê berawirdkirinê 90 hezar dildarên T3’yê nêzî 3 milyon dane li sepanê bar kirin.

ENCAMÊN HEJMARÎ

Encamên hejmarî yên xebatê wisa ne

Ji nav 166 hezar û 679 zabitnameyan, 158 hezar û 181 heb ji bo T3’yê hatin piştrastkirin.

Ji sedî 94.9’ê zabitnameyan hatin piştrastkirin. Li bajarên wekî Baybûrt, Erzirom, Agirî û Gumuşhaneyê rêjeya piştrastkirinê di binê ji sedî 40’î de bû.

Piştî piştrastkirina û analîzê de dengên di 290 sindoqan de, 99 hezar û 680 dengan de nakokî hebûn.

Oy ve Otesî diyar kir ku di demeke nêz de wê bi analîzên bi kitekit van hemû tiştan, ji bo lêkolînan pêşkêş bikin.

Li gorî daneyan sindoqên ku ji sedî 100 tenê dengek derketine wisa ye

Erê: Di 960 sindoqan de 89 hezar û 158 deng

Na: Di 173 sindoqan de, 6 hezar û 739 deng.

Ji aliyê din ve jî li gorî analîza Oy ve Otesî di 2 hezar û 397 sindoqan de, ji hejmara hilbijêran zêdetir deng derketine.”

Oy ve Otesî got ku, ji bo zelalkirina rewşê em van daneyan pêşkêş dikin û di dema îtîrazê de em dikarin van daneyan bidin hemû partiyên siyasî.

Oy ve Otesî diyar kir ku, me û dildarên me, me nekarî em xwe bigihînin 20 hezar û 202 sindoq û di 3 milyon û 746 hezar û 637 dengan û me encamên fermî tenê karibûne bidin ber Zabitnameya Encama Sindoqan û Cetvela Hejmaran.