Otobusa Ocalan li Hollanda ye

Otobusa ku bi daxwaza 'Ji Ocalan re azadî' bi rê ketî, çû welatê 6. Hollandayê.

Otobusa Pirtûkxaneya Ocalan ku bi daxwaza azadiyê ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 9’ê Cotmehê ji Strasboûrg a Frasanyê bi rê ketî piştî Elmanya, Swîsre, Avûstûrya, Fransa û Belçîkayê derbasî Den Haagê ya Hollandayê bû.

Otobus şevê din piştî bajarên Charleroî û Lîege yên Belçîkayê derbasî Antwerpenê bû. Li gel provokasyona komeke faşîst jî bernameya Belçîkayê temam bû û derbasî Hollandayê bû. Li hemû bajaran Kurdistanî û dostên wan ên d otobusê de bi posterên Ocalan û bi gulan pêşwazî kirin. Bi pênîşandanên kuçeyan, bi panêl û belavokan paradîgmaya Ocalan a li ser jinê, demokrasiyê û azadîxwaziyê hate vegotin. Otobusa ji Ocalan re azadî, piştî Den Haagê wê biçe Amsterdamê.

‘LI HER ALÎ JI BO OCALAN PÊWENDIYEKE ZÊDE HEYE’

Aktîvîst Peter Amuller ku ji ANF’ê re axivî got armanca wan ew e ku dixwazin balê bikişînin tecrîda li ser Ocalan û felsefeya Ocalan li Ewropa bidin naskirin. Muller got heta niha ew çûne gelek welatan û wiha axivî:

"Em li 5 welatan geriyan niha welatê 6. Holanda ye. Me li gelek bajaran bername danîn. Li her devera ku em çûnê em Ewropiyan û hem jî Kurdistaniyan em bi pêwendiyeke geş pêşwazî kirin. Her Ocalan, felsefeya wî, raman wî meraq dike. Em bi taybetî paradîgmaya Ocalan, perspektîfên wî yên çareseriyê yên ji bo Rojhilata Navîn dibêjin. Mirov pir meraq dikin. Em jî bi bernameyên cihê hewl didin vê bibêjin. Di otobusê de em pirtûkên Ocalan, ramanên wî yên li ser mijarên cuda bi broşûr û belavokan vedibêjin. Moralê hevalên di otobusê de pir geş e. Otobus wê li gorî bernameya destpêkê bidome. Çi devera ku em çûnê em ê behsa Abdullah Ocalan bikin. Jixwe armanca vê otobusê ev e."